Konseya ewlekeariyê ya NY ji bo Ûkrayna civiya

Krîza navbera Ûkrayna-Rûsya li ser maseya Konseya Ewlekariyê ya NY ye. Li ser daxwaza DYA konsey civiya. Di civîna vekirî ya pêk hat de, di navbera DYA û Rûsya de gotin û tewambariyên tuj derketin.

Krîza Ûkraynayê ya ku di rojeva cîhanê de despêkê de ye, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate nîqaşkirin.

Tevî hewldana Rûsyayê ya ku li dijî banga DYA ya li ser mijarê bû û dixwest rê li civînê bigire, di vê çarçoveyê de 10 endamên daîmî û demkî yên konseyê rûniştina vekirî erê kirin.

Civîn li ser daxwaza Amerîka pêk hatibû.

Nûnerê Daîmî yê NY yê Rûsyayê Vasily Nebenzia di rûniştinê de axivî û Amerîka bi “teşwîqkirina hîsteryayê” sûcdar kir û îdia kir ku ev welat “bi sûcên bêbingeh dixwaze civaka navneteweyî bixapîne”.

Piştî Nebenzia, Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li NY Linda Thomas-Greenfield li dijî sûcdarkirina Rûsyayê derket û got,

Komkirina zêdetirî 100 hezar leşkeran ji aliyê Moskowê ve li ser sînorê Ûkraynayê ji bo ewlehiya navneteweyî xetere ye.

Linda Thomas-Greenfield diyar kir ku Rûsya plan dike jimara leşkerên li Belarus ên li nêzî sînorê Ûkraynayê zêde bike.

Thomas-Greenfield dazanîn ku niha li herêmê 5 hezar leşkerên Rûsyayê hene û ev tişt anî ziman:

“Di destê me de delîl hene ku Rûsya plan dike heta dawiya meha Sibatê jimara leşkerên Rûsyayê zêde bike û bigihîne 30 hezarî.”

Rûsya-Belarûs: Leşker ji bo tetbîqatê hatine şandin

Li ser vê îdiaya Amerîkayê, Vasili Nebenzia û Nûnerê Daîmî yê NY’ê yê Belarûsê Valentin Rybakov diyar kirin ku Rûsya û Belarûs bi awayekî rêkûpêk tetbîqatên hevpar pêk tînin û ev veguheztina leşkeran bi tetbîqata ku tê plankirin di meha Sibatê de bê lidarxistin ve girêdayî ye.

Nûnerê Daîmî yê Ûkraynayê yê li NY Sergey Kislitsa di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo çareseriya krîza Ûkraynayê divê li herêma Donbasê ya li rojhilatê welêt agirbest pêk were.

Ji ber Rûsya yek ji 5 endamên dayîmî yê Konseya Ewlekariyê ya NY ye, mafê xwe di vetokirina hemû mijaran de heye.

Biden careke din Moskow hişyar kir

Ji aliyeke din ve Serokê Amerîkayê Joe Biden careke din şîret li Rûsiya kir ku krîzê bi rêyên dîplomatîk çareser bike û got: Eger Moskow dev ji dîplomasiyê berde û êrîşî Ûkraynayê bike, wê berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe û divê encamên wê li ber çavan bigire.”

Back to top button