Ji ber S-400’an Amerîka di mijara firotina F-16’an de bi fikare

Amerîka di her fersendê de hêrsa xwe ya ji nêzbûna Tirkiye bo Rûsyayê re tîne ziman. Di mijara sereke ya vê nakokiyê de, sîstema parastina esmanî S-400’ên Rûsî hene. Wezaretê diyar kir ku ew daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo kirîna F-16an dinirxînin û hîn di qonaxa destpêkê de ye.

Enqere ku dixwaze Rûsya û Waşîngtonê bi hevre razî bike, di nava rojên zehmet re derbas dibe.

Sîstema Parastina esmanî S-400’ên Rûsî nekarî, Enqere ji hêrsa Waşîngtonê biparêze.

Krîza S-400’an a navbera Amerîka û Tirkiye bi F-16’an re careke din xwe daye der.

Li ser daxwaza kirîna F-16’an Amerîka bi xwînsarî tevdigere.

Berpirsiyarê Buroya Têkiliyên Yasayî ya Wezareta Karên Derve a Amerîka, li ser nameya endamê Kongreya Yewnan-Amerîkî Chris Pappas axivî û wiha got:

“Tirkiye hevalbendek kevnar a NATO’yê ye ku em bi wê re gelek berjewendiyên stratejîk parve dikin.

Di heman demê de xalên bifikar yên wezaret li ser cuda difikirin jî hene.

Hin nakokiyên ku Enqere di van demên dawî de bûye alîgirê wê, bandoreke neyînî li ewlehiya herêmê dike.”

Berpirsa Wezareta Derve ya Amerîkayê Naz Durakoglu careke din tekez kir ku Amerîka li dijî kirîna Tirkiyê ji S-400’an re ye û wiha got:

Eger zêdetir çekan ji Rûsyayê bikire, dibe ku cezayên zêde li wan bên birîn.

Rêveberiya Amerîkayê dewam dike ku Tirkiye siyaseta xwe ya derve bi DYA û NATOyê re bişopîne.

Durakoglu der barê daxwaza Enqereyê ya ji bo kirîna F-16’an da jî diyar kir ku wezaret ji bo lêkolînkirina vê daxwazê ​​hê di qonaxên destpêkê da ye.

Rayedarê Washingtonê bi bîr xist ku ji bo firotina balafirên F-16 ji Tirkiyê re erêkirina Kongreyê pêwîst e.

Back to top button