Hevserokê Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket li hemberî fikirê tundraw ê DAIŞ û êrişên dewleta Tirk a faşîst banga xurtkirina têkoşînê kir.
Şêx Ebdurehman Şewket diyar kir ku DAIŞ`ê destekê ji hêzên cîhanî digre û ew maska ku hêzên cîhanî li pey disekinin û got: “Ola me Îslam kuştin û talankirinê qebûl nake. Ew ola aştî û lêborînê ye. “
Şêx Ebdurehman da zanîn ku terorîst dizanin ku armanca wan çi ye û çi dikin û ev hemû ji bo xizmeta ajindeyên pêwendîdar e ku tu têkiliya wan bi Islamê ve tune ye.
Şêx Ebdurehman dawiyê tekez kir divê civak şerê fikirê tundraw bike û got :
Li hemberî fikirê tundraw ê DAIŞ û dewleta Tirk a faşîst pêwîstî bi xurtkirina têkoşîna fikirî heye .