Cenazeyên 5 koçberên din vedigerînin Başûr Kurdistanê

Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên penaberan Başûrê Kurdistanê diyarkir, wê cenazeyên 5 koçberên din ên ku di meha Kanûnê de di derya Ege de xeniqûbûn, vegerînin Başûrê Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniya ku Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên penaberan daye, wê îro cenazeyên 5 koçberên din ku di 23’yê Kanûna 2021’an de di derya Ege de xeniqîbûn bi rêya Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê vegerînin Başûrê Kurdistanê.

Navên 5 koçberên ku cenazeyên wan dê vegerînin Başûrê Kurdistanê wihane;

Raz Karwan Xefûr, Aştî Cibraîl Ehmed, Ezîme Osman Mihemed, Anya Awdêr Resûl û Ejîn Awdêr Resûl.

Di 23’yê Kanûna 2021’an de keştiyek koçberan di deryaya Ege de binav bû, dihat gotin ku nêzî 100 koçberan di keştiyê de ye.

9 koçber ên ji Başêrê Kurdistanê bûn cenazeyên wan hatîbûn dîtin. 57 koçber hatibûn rizgarkirin.

Back to top button