Wezareta Neftê ya Iraqê dahata nefta xam ya Çileya 2022’an ji bo dervey welat eşkere kir. Li gorî wezaretê nêzî 100 milyon bermêl neft hatiye hilberîn. Ev yek jî dike, 8 milyar û 27 milyon dolar.
Wezareta Neftê ya Iraqê bi daxuyaniyekê hilberîn û dahata neftê ya Çileya 2022’an eşkerekir.
Li gorî wezaretê di meha Çileyê de rojane 3 milyon û 202 hezar bermêl neft henardeyî derve hatiye kirin.
Nirxê her bermêlek neftê jî bi 83 dolar û 246 sent hatiye firotin.
Wezaretê ragihand ku bi giştî ji bîrên petrolê yên Rojhilat û Başûrê Iraqê, 96 milyon û 430 bermêl neft hatiye hilberîn.
Ji Kerkukê jî 2 milyon û 545 hezar û 656 bermêl neft hatiye derxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi giştî henardekirina dahata nefta Iraqê ya meha Çileyê, 8 milyar û 27 milyon dolar bû.
Li gorî Wezareta Neftê dahata neftê ya meha Çileyê ji ya Kanuna 2021’an zêdetirbûye.
Hate gotin, di Kanuna 2021’an de bi giştî 101 milyon û 579 hezar û 927 bermêl neft henardeyî dervey welat hatibû kirin.
Dahata wê jî bi giştî dikir 7 milyar û 37 milyon dolar.