Li Ekwadorê ji ber lehiyê 11 kes mirin

Ji ber barana zêde ya li paytexta Ekwador Quitoyê, lehî rabû. Di karesatê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî barana herî zêde ya 20 salên dawî ya li Ekwadorê, kolanên paytextê bi ava ji heriyê tijî bû.

Wesayit û xanî ji ber karesata lehiyê di nava avê de man.

Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîl, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.

Malbatên bêmal man li 8 otelên cuda hatin bicihkirin.

Li Ekwadorê ji meha Cotmehê û vir ve baran dibare.

Li 24 eyaletan, baranê bandor li 22 eyaletan kir.

Servîsa Rêvebirina Rîskê ya Neteweyî ragihandibû ku ji ber baranê 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.

Back to top button