Zelensky biryara bihêzkirina leşkerî erê kir

Di nava metirsiya li ser welat de hikumeta Kîevê, planên bihêzkirina artêşê dike. Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky biryarnameya bihêzkirina hêzên leşkerî yên li welat erê kir.

Volodymyr Zelensky îro di cîvîna Konseya Bilind ya welat de axivî.

Zelensky di dema civînê de biryaranameya bihêzkirina artêşê îmze kir.

Li gorî biryarnameyê di nava sê salên pêş de, wê 100 hezar leşker werin zêdekirin û 20 tugay jî bêne avakirin.

Serokomarê Ûkrayna anî ziman ku ev hêza ji bo aştiyek paşerojê wê rol bileyîze.

Zelensky her wiha ragihand ku ji bo garantîkirina aramiya darayî di hevkariya siyasî ya bi Brîtanya û Polonya re formek nû ava dike.

Di vê navberê de, Serokomarê Tirkiye Erdogan jî wê di 3’ê Sibatê de serdana Kîevê bike.

Di rojeva sereke de, rewşa lî sînor û bazgirganiya navbera Kîev-Enqerê de heye.

Back to top button