Rêveberiya Xweser: Armanca êrîşa li Hesekê vejandina DAIŞ’ê û têkbirina projeya me ye

Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê a li Hesekê û serketina QSD’ê de daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser serkeftina li Hesekê pîroz kir û ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê, banga piştgiriyê li civaka navnetewî kir. Her wiha Rêveberiya Xweser ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî banga avakirina dadgeheke navanetewî kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbare êrişa çeteyên DAIŞ’ê a ya li Hesekê û serketina QSD’ê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de serkeftina li Hesekê pîroz kir û ji malbatên şehîdên ku di oxira parastina gelê herêmê de canê xwe feda kirin re sersaxî, û ji birîndaran re jî, şîfaya lezgîn xwest.

Rêberberiya xweser destnîşan kir ku armanca êrîşa li ser girtîgeha Sînaa vejandina DAIŞ’ê, belavkirina aloziyê, derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina projeya rêveberiya xweser e.

Rêveberiya Xweser: Xwediyên siyaseta binkeftî destekê didin terorê

Rêvberiya xweser anî ziman ku di êrîşa li ser Hesekê de, dewleta Tirk, desthilata Şamê û îtîlafa Erdoganî sûd ji vê rewşê wergirtin û QSD û Koalîsyona Navneteweyî, bi pêkanîan sûcên şer, guhertina demografîk tawanbar kirin û wiha domand:

“Divê ev alî siyasetên xwe yên binkeftî ku tenê xizmeta zindîkirina terorê dikin, di ber çavan re derbas bikin

Bi saya fedakariyên gelê me, piştgirî û kombûna wê li derdora hêzên me yên leşkerî, ev plan têk çû.”

Rêvberiya xweser da xuyakirin ku ji bo têkbirina terorê, divê xebateke mezin ji aliyê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ve were kirin.

Rêveberiya Xweser: Divê dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyan were avakirin

Rêvberiya xweser di dauxyaniya xwe de ev daxwaz ji civaka navnetewî kirin:

1-Ji bo têkoşîna li dijî terorê, zêdekirina desteka ji bo QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

2- Ji bo darizandina çeteyan, dadgeheke navneteweyî an jî xwedî taybetmendiyên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, were avakirin.

3- Welatên ku welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de hebin, wan vegerînin welatê wan.

4- Ji bo pêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê, divê piştgiriya aborî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, were kirin û herêm ji Qanûna Qeyser were dûrxistin.

5- Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçer di ber çavan re were derbaskirin.

6- Di aliyê siyasî de divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin ku ji herêmên dagirkirî vekişe û êrîşên xwe rawestîne.

7- Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, başkirina rewşa ewlehî û mirovî ya girtîgeh û kampan, desek ji bo Rêveberiya Xweser were dayîn.

Rêveberiya xweser diyar kir ku Komploya DAIŞ’ê ya terorîst û alîgirên wê ya li ser Hesekê mezin û xeternak e û peyamek ji bo koalîsyon û civaka navneteweyî ye ku derbasî pêvajoyeke nû bibin û destekê bidin Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî.

Rêvberiya Xweser di dawiyê de hemû hêzên ku beşdarî şerê li dijî çeteyan û gelê ku destek da wan, silav kirin.

Back to top button