Dagirkeran di mehekê de 1197‬ caran herêma Efrîn û Şehbayê bombebarankir

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din gundên Şehbayê da ber topan. ANHA’ê jî bîlançoya êrişên dagirkeran ên meha Çileyê li ser Efrîn û Şehbayê eşkere kir.

Artêşa Tirk a dagirker îro danê nîvro bi tankan gundên Marenaz, Elqamiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.

Hat ragihandin, di encama topbaranê de ziyan li mal û milkên welatiyan bû.

Li aliyê din Ajansa Hawarê bîlançoya mehekê ya êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrîn û Şehbayê eşkere kir.

Hate diyarkirin ku bi çekên herî giran ên mîna obus, hawan, doçka û fûzeyan navçe û gundên her du herêman hatin hedef girtin.

Li gorî ANHA’yê di meha Çileyê de dagirkeran zêdetirî 1197‬ caran bi çekên giran navçeya Şera û Şêrawa û gundên Şehbayê bombebarankirin.

Her wiha balafirên şer û yên keşfê jî bê navber li ser van herêman geriyan.

Back to top button