DMME’yê li ser rakirina destlênedana wekîlên HDP’ê biryara binpêkirinê da

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê-DMME têkildarî rakirina destlênedana 40 wekîlên HDP’ê û darizandina wan ‘biryara binpêkirinê’ da. HDP û Parêzeran anî ziman ku biryara DMME divê demildest were bicihanîn, siyasetmedarên dîlgirtî bêne berdan.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê 40 wekîlên HDP’ê û darizandina wan de biryara binpêkirinê da.

Li gorî dadgehê 20’ê Gulana 2016’an destlênedana wan hatibû rakirin.

Parêzer Mahsûnî Karaman derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev daxuyanî da:

DMME’yê bi biryara ku îro eşkere kirî, bi sedema destlênedan û darizandina 40 wekîlên HDP’ê ya 20’ê Gulana 2016’an, biryara binpêkirina azadiya ramanê da.

Parêzer Remezan Demîr: Divê darizandin bikevin û wekîl bêne berdan

Parêzer Remezan Demîr jî derbarê biryara DMME’yê de got:

Bi biryara Daîreya Mezin a DMME’yê dema were nirxandin, Selahadîn Demîrtaş diviyabû nehata girtin.

Ew tevî hevalên xwe ev 5 sal in girtî ne.

Darizandina ku qediya divê ji nû ve vebe, yên ku berdewam dike jî bikevin û wekîlên girtî demildest bêne berdan.”

HDP: Biryara DMME’yê divê demildest were bicihanîn, siyasetmedarên dilgirtî bên berdan

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî derbarê biryara ‘binpêkirin’ê ya DMME’yê ya têkildarî rakirina destlêdana wekîlên HDP’ê daxuyaniyek niviskî weşand.

HDP’ê got: “DMME’yê bi rengekî teqez pejirandiye ku Tirkiyê bi rakirina destlêdana wekîlên HDP’ê ya 20’ê Gulana 2016’an Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Ev biryara DMME’yê divê demildest were bicihanîn.

Piştî destlêdan hat rakirin dozê destpêkir.

Divê hevalên me yên girtî werin berdan û înfaza cezayê were sekinandin.”

Back to top button