ŞERVANÊ YPG’Ê DIYAR XELÎL LI KOBANÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeya şervanê YPG` Diyar Xelîl bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle oxirkirin.

Şervanê YPG`ê Diyar Xelîl bi nasnav Diyar dema erka xwe ya leşkerî pêk di anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn gotin,

Em bi saya xwîna şehîdan li ser vê axê dijîn, şehîdan ji bo parastina rûmeta gel têkoşiyan, li hemberî komên çete şer kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button