Haberin Bedelî: 47 rojnameger bi 751 sal hatin darizandin

Rojnamegerên li Bakurê kurdistanê her dem ji aliyê hikûmetê rastî zext û binpêkirina tên. Her dawî li gorî rapora Haberin Bedelî diyar kir ku 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin.

Yek ji yên ku darzandinên rojnamegeran qeyd dike Haberin Bedelî ye..

Haberin Bedelî raporan meha Çileyê eşkere kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku gelek rojnameger ji ber karê xwe hatine darzandin.

Bedelî da zanîn ku di meha Çileyê de di 35 dozan de 47 rojnameger hatine darizandin.

Di darizandinan de ji rojnamegeran re du muebbetên giran, ji 308 sal û du meh û 15 rojan heta 751 salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin.

Di 3 dosyayên ku biryar hatiye dayin de bi qasî muebbetekê û 15 sal û 2 meh û 4 roj ceza li 3 rojnamegeran hatiye birîn.

Di darizandinan de 7 rojnamegeran jî beraet kiriye.

Her wiha Ji bo rojnamegerekî jî bi biryara cezakirinê re biryara girtinê hatiye dayîn.

Di encama darizandinan de 2 rojnameger hatine girtin, 5 rojnameger hatine binçavkirin û 2 rojnameger jî ji bo îfade dayînê hatine vexwendin.

Back to top button