Hêzên QSD’ê operasyonên li taxên Hesekê didomînin

Piştî têkbirina êrişa çeteyên DAIŞ’ê ji 26’ê Çileyê ve, operasyonên paqijkirin û lêgerînê yên Hêzên Asayîşê û QSD’ê li Hesekê dewam dikin. Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Heqî Kobanê eşkere kir ku hêzên wan heta niha gelek kesên gumanbar girtine û 7 çete hatine kuştin.

Piştî ku di 26’ê Çileyê de, kontrolkirina tevahiya Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê hat raghandin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirinê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û çeteyên ku ji girtîgehê reviyane, kirin.

Operasyonên lêgerînê li taxên Hesekê berdewam dikin.

Fermandarê QSD’ê heqî kobanê: 7 çete hatin kuştin

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Heqî Kobanê derbarê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê de, hin agahî parve kirin.

Heqî Kobanê got hêzên wan li hemû taxên Hesekê li şaneyên DAIŞ’ê û çeteyên ku ji girtîgeha Sînaa reviyane digerin.

Fermandar Heqî Kobanê derbarê encamên lêgerînê yên di navbera 27’ê heya 31’ê Çileyê de, ev agahî parve kirin:

“Gelek gumanbarên ku di nav DAIŞ’ê de cih digirin hatin girtin, ku 2 ji wan ji kesên ku ji girtîgehê reviyan e.

Li gel 2 çeteyan, kemberên teqemeniyê hatin girtin.

Her wiha 7 çete jî hatin kuştin.”

Li Hesekê qedexeya beşî dest pê kir

Li aliyê din beriya 7 rojan, li bajarê Hesekê qedexya derketina derve ya giştî hatibû raghandin.

Duh qedexeya giştî bi dawî bû û rewş asayî bû, îro jî qedexeya beşî dest pê kir.

Piştî bidawîbûna qedexeya giştî, li Hesekê liv û tevgera welatiyan li nava bajar asayî bû.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser, duh ragihandibû ku qedexeya giştî li kantona Hesekê bi dawî bûye û qedexeya beşî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saet 6’ê êvarê heta 6’ê sibehê, dê dewam bike.

 

Back to top button