Nobeta edaletê a malbatên girtiyan li wan û Amedê didome

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê giran dibe. Malbatên girtiyan jî Nobeda Edaletê bi biryardarî didomînin. Ciwanên HDP’ê jî diyar kirin ku ew ê her tim li cem berxwedana malbatên girtiyan bin.

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên dewleta Tirk her diçe giran dibe. Gelek girtiyên nexwş jî ku nehatin dermankirin di nava çar dîwaran de jiyana xwe ji dest dan.

Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin di roja 78’emîn de dewam dike.

Îro malbat beşdarî daxuyaniya ji bo girtiyan a li ber Girtîgeha Amedê ku hat astengkirin bûn.

Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya ku ji aliyê polîsan hat astengkirin, da û diyar kir ku destûrê didin her cûr e çalakî û şahiyê, lê destûrê nadin çalakiyên ji bo girtiyan.

Nazîme Boltan got:

“Du cenaze ji girtîgehê derket. Zarokên me nexweş in, Ciwanê min bi tenê dibin nexweşxaneyê û bi mehan e bi tena serê xwe ye. Êdî bes e bila çareseriyek were dîtin.”

Hesîna Guler a ku hevjîn û lawê wê girtî ne jî anî ziman ku hevjînê wê bi temen mezin e û girtiyekî nexweş e û got:

“Wê heta kengê girtî bimîne? Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin.”

Ciwanên HDP: Em ê her tim li cem berxwedana malbatên girtiyan bin

Her wiha Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê jî di roja xwe 53’emîn de berdewam dike.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Komeleya Çand, Huner, Antropolojî û Zanistê (BASK-DER) serdana malbatan kirin.

Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer di serdanê de axivî û da xuyakirin ku malbat bi Nobeda Edaletê berxwedanek mezin nîşan didin û ev nobed ji bo wan bûye hêvî.

Tuncer destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe û diya kir ew ê her tim piştgiriya berxwedana malbatên girtiyan bikin.

Back to top button