Mîthat Sancar: Desthilatdarî li ser bingeha polîtîkaya metîngerî û şer hatiye avakirin

Partiya Demokratîk a Gelan -HDP’ê îro civîna koma partiyê lidarxist. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de diyar kir ku divê sîstem, rejîm, desthilatdariya li Tirkiyê bê guhertin. Sancar diyar kir qedexeya ser zimanê kurdî jî, berhemê polîtîkaya yekperest a desthilatê ye û xwest mafê zimanê dayikê bi qanûnan bê mîsogerkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi armanca civina koma partiyê li hev civiyan.

Dî civînê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat sancar axivî.

Sancar têkildarî qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Dozên li dijî HDP’ê û siyatmedaran û zêxta hikumeta AKP’ê-MHP’ê ya li dijî gel nirxandin kir.

Sancar dest pêkê daxuyand ku rewşeke giran a krîza aborî li welat heye û got: “Desthilatdarî li ser bingeha polîtîkaya talan, mêtingerî, rant û şer hatiye avakirin

Sancar diyar kir divê li dijî vê koma talanker û mêtinger têkoşîna hevpar a milyonan bê afirandin

Di dewamê axaftinê de Sancar Doza Kobanê û doza girtina HDP’ê nirxand.

Mîthat Sancar: Doza Kobanê û doza girtina HDP’ê, doza tasfiyeya siyasi ye

“Doza Kobanê di destê wan de ma. Bi îdianameyên rizî û bi darizandineke pêkenok li nav xelkê xwe hetikandin.

Doza tolhildan û tesfiyeya siyasî ye. Bi heman mebestê doza girtina HDP’ê jî vekirin.

Lê em ê mil bidin milê hemû hêzên demokrasiyê û vê dozê jî vala derxînin.”

Mîthat Sancar piştre jî bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk ya li dijî zimanê Kurdî û qala zextên li ser zimanê Kurdî kir.

Mîthat Sancar: Divê mafê zimanê dayikê bi qanûnan bê mîsogerkirin

Sancar anî ziman deshilata AKP-MHP li aliyekî bi rêya hinek parlamenteran ji bo dersa kurdî bang dike û li aliyê din jî stranên kurdî qedexe dike.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di dawî de diyar kir astengkirina zimanê kurdî, berhema polîtîkaya yekperest a desthilatiyê ye û bang kir divê mafê zimanê dayikê bi qanûnan bê mîsogerkirin.

Back to top button