Gelê Amûdê: mayîna PKK’ê di “Lîsteya Terorê” de li pêşiya aştiyê astengî ye

Însiyatîfa gel a navçeya Amûdê da zanîn ku xistina navê PKK’ê di “lîsteya terorê” ji bo rewakirina êrişên li ser kurdan bû. Însiyatîfê xwest PKK ji lîstê bê derxistin.

Bi diruşma “Edalet û azadî ji kurdan re” însiyatîfa gel a navçeya Amûdê daxuyaniyek da:

Endamê Meclisa Navçeya Amûdê Hesen Hesen bi beşdarbûna dehan şênî û endamên saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê banga derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” kir û got:

“Divê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxe da ku aştî û demokrasî pêk were.

Derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” wê aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn re bîne.

Mayîna navê PKK’ê di “lîsteya terorê” de li pêşiya aştiyê astengiyek mezin e.

Xistina navê PKK’ê “lîsteya terorê” ji bo rewakirina êrişên li ser kurdan bû.”

Back to top button