
21 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan îro li Kobanê û Dêrikê bi girseyî hatin oxirkirin. Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro herikîn herikîn goristanên şehîdan. Li Goristana Şehîd Dicle a li Kobanê 12 û Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê 9 şehîd hatin veşartin. Di marasîman de soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina têkoşîna wan hat dayîn.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 21 lehengên Pêngava Gurzê Gelan oxir kir.
Li Kobanê, bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li goristana Şehîd Dicle kom bûn û 12 şehîdên pêngava Gurzê Gelan oxir kir.
Malbatên şehîdan, şênî, endamên saziyên rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, li goristanê amade bûn û bi hev re lehengên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgitinê dest pê kir.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û îşaret bi plana a pişt êrişa li ser Girtîgeha Xiwêran û lehengiya şervanên hêzên parastinê di têkbirina vê planê de kir.
Hevserokê Meclisa Leşkerî a Kobanê Mehmûd Kobanê jî axivî û lehengiya şehîdan a têkbirinsa plana DAIŞ’ê û misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê anî ziman.
Di dawiya Merasîmê de wesîqeya şehadeta 12 şehîdên pêngava Gurzê Gelan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Bi dirûşm û tililiyên dayîkan cenazeyên şehîdan hatin oxirkirin.
Li Dêrikê 9 şehîd bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Li Dêrikê jî bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li goristana Şehîd Xebat Dêrik kombûn û 9 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan oxir kir.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di merasîmê de endama kongra Star Sîlvan Efrîn, endamê fermandariya QSD’ê Şiblî Şiblî, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdilrhmen Elî û hevserokê Desteya Karûbarên Civakî a herêma Cizîrê Hisên Elî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Piştî wesîqeya şehadetê a 9 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin, cenazeyên 4 şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi silogan û têliliyên dayîkan spartin axê.
5 cenazeyên şehîdên din jî li goristana Eqab Eswed a li navçeyea Til Koçer hatin oxirkirin.