QSD’ê nasnameyên 5 şehîdên pêngava Gurzê Gelan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên ku di Pêngava Gurzê Gelan de a li dijî êrişên DAIŞ’ê şehîd bûne eşkere kir. QSD’ê ji gel û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 5 şervanên ku di Pêngava Gurzê Gelan a li dijî êrişên DAIŞ’ê de şehîd bûne eşkere kir.

QSD’ê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir di çarçoveya Pêngava Gurzên Gelan a li dijî êrişên çeteyên DAIŞê ya li ser gîrtîgeha Hesekê ya Xiwêranê, piştî kontrolkirina girtîgehê operasyonên paqijkirinê hatin destpêkirin.

Hat diyar kirin di van operasyonan de 4 şervan û li Dêrazorê jî şervanek dema operasyonên li dijî şaneyên veşartî ên DAIŞê de, bi giştî 5 şervan di navbera 26 û 30ê Çileyê de gihîştin şehadetê.

QSD’ê şervanên ku şehîd bûne bibîranîn, ji gel û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got,

“Jiyananeke hevpar û azad, encex bi dayîna berdêlên giranbûha wê pêk bê.

Şehîdên Pêngava Gurzê Gelan, tovên azadîyê ku ev 10 sal e li ser vê xakê hatîye çandin, careke din bi xwîna xwe ya sor av dan û şîn kirin.

Em deyndarê hemû şehîdan in û em soza xwe dûbare dikin ku, xeyalên pakrewanên me yê nîvmayî bi têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Harûn

Nav û Paşnav: Mihemed El Elî

Navê dayik: Ezîze

Navê bav: Mihemed Salih

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 30 Çileya 2022

Nasnav: Sîpan Dirbêsîyê

Nav û Paşnav: Malik Hisên

Navê dayik: Fatma

Navê bav: Ebdo

Cihê ji Dayikbûnê: Dirbêsîyê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 30 Çileya 2022

Nasnav: Xeyrî Qamişlo

Nav û Paşnav: Edhem Îbrahîm

Navê dayik: Sultana

Navê bav: Şûkrî

Cihê ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 30 Çileya 2022

Nasnav: Sîpan Meyadîn

Nav û Paşnav: Ebûd El Selîm

Navê dayik: Sena

Navê bav: Îd

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 26 Çileya 2022

Nasnav: Fayiz

Nav û Paşnav: Fewaz El Xelef

Navê dayik: Yazê

Navê bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor | 30 Çileya 2022

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê

 

Back to top button