Bi boneya salvegera 16’mîn a şehadeta Viyan Soran li bajarê Minbicê semînerek hat dayîn.
Di semînerê de Meclisa Xeta Rojava, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, ciwanên şoreşger, partiyên siyasî û şêniyên Minbicê amade bûn.
Semîner li hola Samir a li naverasta bajarê Minbicê hat dayîn.
Endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Fadiye Resûl peyama şehîd Viyan Soran ku ji rêber Ocalan û gelê Kurd re rêkiriye, xwend.
Di peyamê de wiha hate gotin: ”
Çalakiya fedayî ya ku pêk tînim, redkirin û serîhildana li dijî zilmê ya ji hêla dewletên hegemon ve ya li dijî we û gelê Kurd e.
Ez hêza xwe li hember vê têkoşîn, sosyalîsta zanistî û paradîgmaya nû nîşan didim.
xwezî ji canê min bihatir hebûya ku min di oxira rêbertî, gel û jinên bindest de feda bikira.”
Dûvre Hêvîdar Muslim peyama şehîd û têkoşer Viyan Soran şîrove kir û got: “Di 15’ê Sibatê de komploya li dijî rêber Ocalan hate destpêkirin. Ev komplo heta niha bi rêya hedefgirtina gelên ji bo azadî û aştiyê di şexsê rêber Ocalan de tê dikoşin ranawestiye.
Şehîd Viyan Soran bi çalakiyeke fedayî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di 2006’an de şehîd bûbû.