Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê bang kir: li dijî êrişan rabin ser xwe

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusif Kara jî bang li hemû raya giştî û Kurdan kir da ku dijî êrişan xwedî helwestek rast bin.

Duh ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusif Kara ve hate dayîn.

Kara êrişan bi tundî şermezar kir û got; “Hevkarên wan û xayîn şirîkên wanin. Ev êriş derdora wargehê pêk hatiye, birîndarên me hene, lê hîn hejmar nediyare.”

Yusif Kara da zanîn ku niha balafirên keşfê li ser wargehê digerin û ev bang kir; “Em bang li raya giştî, taybet Kurdên bi şeref dikin, li hemberî van êrişane xwedî helwestek rast bin.

Di nava çalakiyan de bin, em êdî vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin.

Em ê li ser piya bin.”

Kara di dawiyê de ragihand ku beriya êriş li ser wargeha Mexmûrê pêk were, ceyrana wargehê hate qutkirin û got; “Ev ne tesadûfe, ceyran beriya êrişê hate qutkirin. Pitşî wê carek din hate berdan. Divê her kes rabe ser xwe.”

Back to top button