Nadine Maenza: Hevkariya Tirkiyê ya bi êrişa li ser Hesekê re nayê qebûlkirin

Nadine Maenza, Cîgira serokê Komîsyona Azadiyên Olî ya Navneteweyî bang li hêzên navneteweyî kir ku di mijara çeteyên DAIŞ’ê de Rêveberiya xweser tenê nehêlin. Nadine Maenza dibêje: Divê hêzên navneteweyî ji bo darizandina van çeteyan mekanîzmeyeke hiqûqî ava bikin. Di Sûriyê de hikûmeta herî serkeftî Rêveberiya Xweser e, divê ji aliyê siyasî ve were naskirin. 

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê careke din metirsiya DAIŞ’ê bû rojev.

Li vir helwesta hêzên navdewletî li hemberî vê metirsiyê derdikeve holê.

Li ser metirsiya van çeteyan Nadine Maenza cîgira serokê Komseriya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ji ajansa Hawarê re axivî.

Nadine Maenza diyar kir ku piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe radest kirine, ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatine û got: “Ev yek nayê qebûlkirin.”

Nadine Maenza destnîşan kir ku armancgirtina sivîlan bi dronan bi destê dewleta Tirk, berovajî armancên Koalîsyona Navneteweyî yên ji bo têkbirina DAIŞ’ê ne û divê Amerîka vê yekê qebûl neke.

Nadine Maenza: Divê civaka navneteweyî li hember van çeteyan erkên xwe pêk bîne

Nadine Maenza bal kişand ser bar, zehmetiya xwedîkirina van çeteyên DAIŞ’ê û rewşa wan û wiha anî ziman:

“Ev bar divê tenê li ser milê Rêveberiya Xweser û QSD neyê hiştin.

Ji bo darizandina kesên ku nikarin vegerin welatê xwe, divê civata navneteweyî berpirsyariya xwe pêk bîne.”

Nadine Maenza: Divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin

Nadine Maenza diyar kir ku di Sûriyê de tekane hikûmeta serkeftî ya Rêveberiya Xweser e, divê ji aliyê siyasî ve were naskirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku di mijara darizandina çeteyan de piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

Back to top button