Salih Muslim: Gelê me wê bersiva pêwîst bide van êrişan

Li dijî van êrişan, Salih Muslim, Zelal Ceger, Xerîb Hiso û Luqman Ehmê bertek nîşan da. Di nirxandinên wan de hat gotin: Dewleta Tirk bi van êrişan ev xwest tola têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê hilîne. Her wiha bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî van êrişan rabin û têkoşînê xurt bikin.

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim e, li ser êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê nerazîbûn nîşan dan.

Salih Muslim anî ziman evv êrîşên hemwext ên Tirkiyê encama şkestina hêviyên wê yên bi DAIŞ ne û got:

“Dema DAIŞ ji Kobanê jî hat derxistin, êrîş kirin. Ji ber ku DAIŞ têk diçe, dewleta Tirk dikeve dewrê û êrîşên xwe zêde dike.”

Muslim tekez kir ku gelê Kurd li dijî van êrîşan bêdeng namîne û wê bersiva pêwîst bidin van êrîşan.

Zelal Ceger: Divê gel li hember van êrişan rabe

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger jî têkildarî van êrişan axivî û destnîşan kir ku Erdogan xwe li têkçûna DAÎŞ’ê ranegirt.

Zelal Ceger got: “Ev êrişên hemwext, plana hevpar a DAÎŞ û Erdogan ên têkçûyî ne. Bi van êrişan dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xera bikin.”

Zelal Ceger piştrast kir divê gel hemû li ber êrişan rabin û helwestê nîşan bidin.

Xerîb Hiso: Tirkiyê ji bo tolhildana DAIŞ’ê van êrişan pêk tîne

Li dijî heman êrişan, Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî bertek nîşan da.

Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta Tirk binkeftina DAIŞ’ê ya li girtîgeha Sînaa tehmul nekir, lewma bi balafiran êriş kir.

Hiso bang li gel kir ku li hember êrişan bisekinin da destkeftiyên xwe diparêzin.

Luqman Ehmê: Divê gel têkoşîna li dijî van êrişan bilind bike

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî dibêje dewleta Tirk tola binkeftina çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê hiltîne.

Ehmê anî ziman divê raya giştî ya cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk serî hilde û ev bang kir:

“Divê tevahî gel ji vir û pê ve xwe bispêrin şerê gel ê şoreşgerî û têkoşîna xwe bilind bike.”

 

Back to top button