Di êrîşa hewayî ya Mexmûrê de 2 şehîd û bi dehan birîndar

Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi daxuyaniyeke ragihand ku di êrîşa hewayî ya Mexmûrê de 2 endamên wan şehîd bûne û bi dehan birîndar hene.

Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, derbarê êrişa duh bi şev ya li ser wargeha Mexmûrê de daxuyaniyek parvekir.

Daxuyanî wiha ye:

Wekî qada Mexmûrê, bi salane ku bi tena serê xwe li hemberî hemû dijminatiya dewleta Tirk û hevkarên wê li ber xwe dide û parastina xwe ya cewherî pêk tîne.

Di êrişa hewayî ya duh bi şev ku di saet 22:00’an de pêk hat, hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê hate hedef girtin.

Di encama êrişê de 2 endamên me şehîd bûn, gelê sivîl yên ku xwestin bi hewara xizmên xwe biçin, bûn hedefa êrişê.

Ji ber vê jî bi dehan welatiyên wargehê birîndar bûn.

Niha rewşa welatiyên birîndar di bin kontrolê de ye û li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Fermandariya Hêzên parastina Mexmûrê bang li NY û hêzên sazî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku li hember êrişên li ser wargeha penaberan xwedî helwestbin.

Back to top button