Çeteyên dagirkeriya Tirk li gel nebûna hesabxwestinê, binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin.
Dizî û talanên xwe li gorî mewsiman dikin.
Çeteyên dagirkeriya Tirk li gel nebûna hesabxwestinê, binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin.
Dizî û talanên xwe li gorî mewsiman dikin.
Dest datînin ser xaniyan û bi hincetên bêbingeh şêniyan direvînin.
Niha jî mewsima pelên rezan e û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi diziyê kirin.
Hat zanîn ku çeteyên bi navê Sultan Murad bi ser gundê Kerê ve çûn.
Çeteyên Sultan Murad rezê şêniyê bi navê Mihemed Emîn dizî û talan kir.
Ne tenê ew, çeteyan li xwediyê rez jî dan û bi hovîtî bi ser de çûn.
Her wiha navê gund jî veguhestine Tirkî û kirine Saxir obesi.
Tê zanîn koma çete ya bi navê Sultan Murad gundên Zivingê, Kerê û Eşûnê yên navçeya Bilbilê dagir dikin.