KONGRES: DIVÊ AMERÎKA ROLA XWE YA DI TUNEKIRINA TERORÊ LI SÛRIYÊ DE BERDEWAM BIKE

Bi sedan endamên Kongresa Amerîkî bi daxwaznameyekê ji serokê Amerîkayê Doneld Trump re xwestin ku Amerîka rola xwe ya tunekirina terorê li Sûriyê dewam bike.
Endaman gotin:
DAIŞ’ê li Sûriyê hîn bi dawî nebûye û ev yek cihê metirsiyê ye

Ji 535 endamên Kongersa Amerîkî, 400 endamî li ser daxwaznameyeke ku banga hiştina hêzên Amerîkî li Sûriyê dike, îmze kir.

Endaman di daxwaznameya xwe de hişyarî dan ku hîn metirsiya DAIŞ’ê û komên terorîst li Sûriyê heye û ev tişt anîne zimên:

Divê Amerîka rola xwe ya li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê dewam bike.

Di demeke ku hevkarên me yên herî nêzîk di şerê tunekirina terorê li Sûriyê dike, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê rastî gefan tên, Emerîka hîn piştevaniya xwe bi van hevkaran re teqez dike û dê weke berê piştevaniya xwe deweam bike.

Endamên Kongresa Amerîkî di daxwaznameya xwe de bal kişandin ser rola Îranê li Herêmê û diyar kirin ku divê rê li ber berferhbûna desthilatdariya Îranê li herêmê were giritn.

Leave a Reply

Back to top button