Bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan

Îro li sersanserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê meş û çalakî hatin lidarxistin û êriş hatin şermezarkirin.. Di çalakiyan de peyama bilindkirina têkoşîna li dijî êrişan hate dayîn û bang li hêzên navnetewî jî hat kirin ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Rojaava, Mexmûr û Şengalê, gel li seranseî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan da û çalakî pêk anîn.

Bi hezaran ji şêniyên Girkê Legê û Dêrikê ber bi gundê Gir Kendal cihê ku dagikeriya Tirk êriş kir; meşiyan û êrişên dagikeriya Tirk şermezar kir.

Şêniyên Çil Axa jî li dijî êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê meşiyan.

Şêniyan diyar kir ewê li kêleka hêzên parastinê axa xwe biparêzin.

Meclisa malbatên şehîdan êriş şermezar kir

Yekîtiya Jina Ciwan a herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî da û êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê û bêdengiya civaka navdewletî beramberî vê yekê şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firat jî bi heman armancê daxuyanî da û diyar kir dewleta Tirk piştî têkçûyîna plana xwe li Girtîgeha Xiwêranê, bi hovane êrişê her deverê dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku van êrişên dagirkeriya Tirk ku ewlehî û aramiya herêmê têk dibe rawetînin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê jî êrişên dagikeriya Tirk şermezar kir û got, em ê li ser axa xwe bin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî li Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir û got, ev êriş wê tu carî iradeya gelê herêmê neşkîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir û bang li civaka navnettewî kir ku êrişên li ser herêmê rawestînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî da û bêdengiya civaka navnewîî beramberî van êrişan şermezar kir.
Meclisê got, dewleta Tirk bi van êrişan nikare iradeya me bişkîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Zorava ya Şamê êriş şermezar kir

Malbatên Şehîdan ên Taxa Zorava yê Şamê jî têkildarî êrişên dewleta Tirk a daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên komploger bi êrişên xwe dixwazin hervkarên xwe DAIŞ ji nûve zindî bikin.

Back to top button