Gelên Mexmûr û Şengalê li ber êrişan rabûn

Civaka Êzidî li bertek nîşanî êrişan dan û diyar kirin ku ev êriş wê îrade û hêza wan lewaz neke û ewê têkoşîna xwe bidomînin. Şêniyên Wargeha Mexmûrê jî ji duh ve li ser piyan in. Şêniyên wargehê îro li dijî êrişan meşek lidarxistin û her du şehîdên xwe oxirkirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê îro li cihê ku hatî bombebaran kirin li dijî êrişan daxuyanî da.

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwdêda Ilyas daxuyanî de diyar kir, êrişên têne kirin dewama fermana 2014’an e û got:

“Lê belê îradeya civaka Êzidî ji balafir, tank û topên dijminan xurtir e. Ev êrişên dawî yên ku di 20’ê Çileyê li fermandarên me û li zinadana Hesekê pêk hat heman zihniyete.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybet Erdogan vê zihniyeta faşîst dixwaze belavî her derî bike.”

Xwdêda Ilyas got: “Armanc û planên dewleta Tirk û DAIŞ’ê hemû yek in. Ji ber ku DAIŞ’ê bibinket dewelta Tirk êrişî Mexmûr, Dêrik û Şengalê kir.”

Ilyas di dawiyê de diyar kir êrişên bi vî rengî nikare îrade û hêza wan bişkîne û ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Şêniyên Mexmûrê ji bo her du şehîdên xwe meşek girseyî li darxist

Her wiha îro şêniyên Wergeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şehîdên xwe ku duh di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de şehîd bûn meşek girseyî li darxist.

Girseya gel heya ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li nav wargehê meşiyan û li wir Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak Axivî.

Filîz Budak got:

“Duh bi şev êrişek hovane li ser wargeha me çêbû, lê Mexmûr weke her carê dîsa sekna xwe raber kir û heya sibê kes ne raza.

Dijmin li hemberî sekna gelê Mexmûrê têkçûye, her kes û Cîhan jî vê dît û dibîne. Lewre Tirkiyê bi hemû hêza xwe êriş dike.

Pişt re ji bo her du şehîdên Mexmûrê merasîmek hate li darxistin, di merasîmê de hevserokê Meclisa Gel a wergeha Mexmûrê Yûsif Kara axivî û soza dewamkirina têkoşîna şehîdan da.

Yûsif Kara got:

“Em ê ji bo dawîanîna li zilm û faşîzmê têbikoşin û berxwe bidin. Em ê vê berxwedanê tacîdar bikin.”

Di dawiyê de cenazeyê her du şehîdan bi dirûşmeyan spartin axa pîroz.

Back to top button