Ebdulnasir Ehmed: Hikûmeta herêmê hevkariyê bi dewleta Tirk re dike

Li dijî êrişên dewleta Tirk hêzên Şiî ên Iraqê û parlementerên başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşandan. Qeys El-Xezalî û Lîwaya Seyîd Şuheda diyar kirin ew dagirkeriya delweta Tirk qebûl nakin û ewê li ber êrişan rabin.. Parlementerên başûr jî dan zanîn ti serweriya xaka Iraqê nemaye û hikûmeta herêmê jî hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Bang li hikûmeta Iraq û ya başûr hate kirin li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û Şengalê nerazîbûn zêde dibin.

Derbarê êrişan de Endamê Komisyona Navxwe û Ewlehiyê ya Parlementoya Başûrê Kurdistanê Ebdulnasir Ehmed ji Rojnews re axivî.

Ebdulnasir êrişên dewleta Tirk şermezarkir û diyar kir ku dewleta Tirk bi behaneya PKK’ê dagirkeriyê dike û dixwaze li wan herêmên ku PKK lê nine jî dagir bike.

Ebdulnasir balkişand li ser hevkariya herêma kurdistanê bi dewleta Tirk û got:

“Ger hikûmeta herêmê nehevkarê dewleta Tirk ba wê carekê ev êriş şermezar bikira.”

Di dawiyê de jî Ebdulnasir Ehmed diyar kir baweriya gelê Başûr jî êdî bi hikûmetê nemaye.

Tevgerên Iraqî: Li hemberî êrişan em ê bêdeng nemînin

Sekreterê Lîwaya Seyîd Şuheda ya girêdayî Heşda Şebî û Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî yên Iraqê jî li ser hisabên xwe ên twittirê peyam dan.

Di peyaman de êrişên dewleta Tirk û binpêkirinê serweriya Iraqê hate şermezarkirin.

Her wiha bêdengiya hikûmeta Iraqê li hember van êrişan jî hate şermezarkirin.

Hate diyarkirin ku ew ê li hember binpêkirinê serwiya Iraqê û armancgiritna sivîlan bêdeng nemînin.

Back to top button