LI IDLIB ŞER BERDEWAM E Û ÇARESERÎ NE XUYA YE

Li Idlib û Bakurê Hemayê di navbera rejîm û çeteyên dewleta tirk de şer gur bûye. Bombekirina balafirên rêjîmê û yên Rûsyayê li başûrê Idlibê û bakurê Hemayê didome. Topbarana li ser taxên rojavayê Helebê jî hîna didome.

Li Idlibê şerê dinavbera hêzên rejmê û çeteyan de gur bûye.

Bombekirina balafirên rêjîmê û yên Rûsyayê li başûrê Idlibê û bakurê Hemayê didome.

Her wiha avêtina moşekan ber bi taxên rojavayê Helebê jî ranewestiyaye.

Wezareta parastinê ya Rûsyayê, 18 Gulanê agirbestek ragihand.

Lê di heman demê de jî, ragihand ku hêzên wê deverên ku jê moşekan bi ser Himêmîm de diavêjin, kirin hedefa xwe.

Duh careke din, wezîrê parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu û yê Tirk Hulûsî Akar bi riya telefonê peywendiyek pêk anîn.

Mijara sereke ya peywendiyê rewşa Idlibê bû.

Lê hema tu encamên wê dernektin û tu agahî nehatin parvekirin.

Li gorî daneyên heyî, hedefgirtina çeteyan baregeha Himêmîm û hin deverên din, rê ji Moskoyê re vedike ku giraniyê bide aliyê leşkerî.

Bi taybetî zêdekirina êrîşên ezmanî ku ji hêzên rêjîma Sûrî re li ser erdê dibe alîkar.

Li gorî çavkaniyên li ser erdê, amadekariyên şerê hêzên rêjîmê li eniyên Sehil El-Xab û bakur-rojhilatê Lazqiyê xort in.

Çavkanî dibêjin ku şerê li herêma Kebanê yê li ber Sehil El-Xab wê riya ber Cisir El-Şixûr veke.

Li aliyê din, topbarana li herêmên din ên mîna başûr û rojavayê Helebê û rojhilatê Idlibê negihaşt asta şerekî vekirî weke eniyên din ên Hema û Lazqiyê.

Ev jî, bi aliyên şer û lihevkirinan ve girêdayî ye, Rûsya û dewleta Tirk.

Leave a Reply

Back to top button