UNAMI: Divê rêz ji serweriya Iraqê re were girtin

UNAMI (Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî) têkilkarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê de ragihand ku divê timî rêz li serwerî û xaka Iraqê were girtin û şêniyên wê werin parastin.

UNAMI (Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî) li ser malpera xwe ya fermî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên şeva borî daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Piştî erişa hewayî yên ser Nînewa ku bû sedema qurbaniya medenî, em vê yekê dubare dikin ku pêwîste timî rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin.

Pêwîste şêniyên herêmê werin parastin û pirsgirêk bi riya diyalogan were çareserkirin.

UNAMI qala aliyê êriş pêk aniye nake, ku dewleta Tirk pêk aniye.

Qet qala Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî nake ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.

Back to top button