ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER 15 XANIYÊN GUNDÊ KÎMARÊ KIRIN BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Li navçeya Şêrewa û bi taybetî li gundê Kîmarê, artêşa Tirk a dagirker dest danîn ser 15 xaniyên gund.

Li gorî çavkaniyên ji nava gund bi xwe, artêşa dagirkeriyê ew xanî ji xwe re kirine baregehên leşkerî.

Şêniyên gund ji ajansa Hewarê re diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker çûn û hatina navbera gund û zeviyan qedexe kirine.

Şêniyên gund gotin bikaranîna telefonên bi kamera jî hatiye qedexekirin.

Her wiha bircên pêwendiyan ên Sûrî hatin betalkirin da ku şênî neçar bimînin yên Tirkî bi kar bînin.

Leave a Reply

Back to top button