MSD: Divê Rûsya û Amerîka erkên xwe pêk bînin

MSD’ê, PYNK’ê, Kongra Star û Meclisa Gel a Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê şermezarkirin û diyar kirin dewleta Tirk dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne. Hat diyar kirin ewê li dijî hemû êriş û komployan têkoşîna xwe bidomînin û nang li hêzên navnetewî jî hat kirin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê dewam dikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, şermezar kirin.

MSD`ê diyar kir êrişên dewleta Tirk zemîn û fersendê didin ku DAIŞ ji nûve xwe birêxistin bike û êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê weke mînaka vê yekê nîşan da.

Di daxuyaniya MSD’ê de wiha hat gotin,

“DAIŞ’ê sûd ji nakokiyên di navbera hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn û Cîhanê de girt.

Bi taybetî DAIŞ’ê sûdê ji nakokiya di navbera hêzên Navnetewî ên li Sûriyê û xitimandina çareseriya aloziya Sûriyê digire.”

MSD`ê destnîşan kir ku hikumeta Şamê jî hewl da sûdê ji van êrişan bigire û plana xwe ya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar bîne.

MSD`ê bal kişande li ser êrişa dawîn a li ser Dêrikê, hedefgirtina stasyona kehrebeyê ya gundê Gir Kendal û bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA û Rûsyayê kir girêdayî lihevkirina agirbestê a ku di Cotmeha 2019`an de pêk hatiye, bimînin.

MSD’ê bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY jî kir ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bigire.

PYNK: Êrişên dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navnetewî pêk hat

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd-PYNK û saziyên civaka sivîl ên navçeya Amûdê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin..

Daxuyanî li Amûdê ji aliyê endama Meclisa Gel a Amûdê Henaa Xalid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê hat diyar kirin êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava,Mexmûr û Şengalê bi erêkirina dewletên navneteweyî pêk hatin.

Bang li Civata Navnetewî hat kirin li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

Kongra Star: Li dijî hemû êriş û komployan emê têkoşîna xwe bidomînin

Koordînasyona Kongra Star jî derbarê êrişan de daxuyanîda diyar ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne.

Kongra Star êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got,

“Careke din bi van êrişan eşkere bû ku dewleta Tirk ku alîgirê DAIŞ`ê ya sereke ye û hemû hewldanên wê ji bo vejandina DAIŞ`ê ye.”

Kongra Star diyar kir ewê li dijî hemû êriş û komployan têkoşîna xwe bidomînin.

Meclisa Gel a Gamişlo: Dewleta Tirk dest bi tolhildana têkçûna DAIŞ’ê kiriye

Meclisa Gel a Qamişloyê jî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Gel a Qamişloyê Silêman Ebo Bekir ku daxuyanî xwend û diyar kir ji ber dewleta Tirk têkbirina DAIŞ’ê a li Hesekê qebûl nekir û dest bi tolhildana DAIŞ`ê kiriye.

Silêman Ebo Bekir da zanîn ewê li dijî êriş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmê dest ji têkoşîna xwe ya netewa demokratîk bernedin û li ber hemû komplo û planan rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navnetewî hat kirin ku destwerdanê li dewleta Tirk bikin û pêşî li êrişên li ser herêmê bigirin.

Back to top button