Hêzên koalisyonê li dijî terorîstan li nêzî sînorê Tirkiyê operasyonek pêk anî-HAT NÛKIRIN

Mîna operasyona li dijî serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî, Koalisyona Navnetewî bi serkêşiya Amerîkayê, operasyoneke din li Bakur Rojavayê Sûriyê pêk anî. Serokê DYA Joe Biden jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku di operasyona li dijî terorê ya hêzên wan a li Idlibe de, serçeteyê DIAŞê yê Ebû Ibrahîm Elhaşimî Elqureyşî hat kuştin. Joe Biden her wiha spasiya Hêzên QSD’ê jî kir ku di kuştina serçeteyê Daiş’ê El-qureyşî de xwedî rol bûn..

Mîna operasyona li dijî serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî, Koalisyona Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê, duh bi şev operasyoneke din li Bakur Rojavayî Sûriyê pêk anî.

Ev Operasyon li nêzî sînorê Tirkiyê li devera di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi balafiran û daxistina ji hewa ve pêk hat û şer rû da..

Berdevkê Pentagonê John Kirby piştî operasyonê daxuyaniyek da û got:

“Hêzên Amerîkî bi awayekî serkeftî oprasyonek girêdayî têkoşîna li dijî terorê pêk anî.

Bêyî tu ziyan bigihêjin hêzên Amerîkî bi encam bû..

Di dema pêş de wê der barê vê perasyonê de agahî werin biparvekirin.”

Rojnameya NewYork Times jî li ser zimanê rayedarên Amerîkî eşkere kir ku vê operasyonê kesayeteke navdar ê El Qayîdayê li Idlibê kiriye armanc.

Serokê DYA Joe Biden: Serçeteyê DAIŞ’ê El-Qureyşî hat kuştin

Serokê Amerîka Joe Biden jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku şeva borî li ser fermana wî, operasyonek li dijî terorê li Idlibê pêk hat..

Joe Biden got: “Xelîfeyê DAIŞê Ebû Ibrahîm Haşim Elqureşî li bakurê-rojavayê Sûriyê hat kuştin..

Hêzên me bê tu berdêlan bidin vegeriyan cihên xwe..”

Serokê DYA Joe Biden her wiha spasiya Hêzên QSD’ê jî kir ku di kuştina serçeteyê Daiş’ê El-qureyşî de xwedî rol bûn..

Berî niha; 27’ê Cotmeha 2019’an bi heman rengî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî jî li heman herêmê li nêzî sînor Tirkiyê hatibû kuştin..

Ew jî li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine, bi hezaran çete lê bi cih kirine hat kuştin..

Xelîfê El-Bexdadî jî bi heman rengî li heman deverê hat kuştin..

 

Back to top button