Kurd û erebên bajarê Hesekê diyar kirin ku ew hemû pêkhateyên herêmê yek dest in û piştrast kitin ku bi saya vê hevgirtinê êrişên DAIŞ’ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê têk çûn.
Şêniyek ji taxa xiwêran a hesekê
Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û her wekî din, di yek xendekê de li ber xwe didin.
Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha Sînaa bi fermana dewleta Tirk a dagirker pêk hat.
Bi vê yekê armanc dike fitneyan li herêmê derxe û hevgirtina civakî ya pêkhateyên wê têk bibe.
Şêniyek ji taxa salihiyê ya hesekê
Pêkhateyên Ereb û Kurd berî bi salan wekî bira bi hev re dijîn.
Di hemû qadên jiyanê de em bi hev re radibin û rûdinin.
Şêniyek ji taxa xiwêran a hesekê
Em hemû pêkhate li vir yek in.
Xwişk û biratiya gelan rê li pêşiya planên Erdogan û çi kesên xwestin ewlehiya herêmê têk bibin, girt.