Li dijî baregeha leşkerên Tirk a li bajaroka Başîqa ya Musilê, êrişa bi muşekan pêk hat.
Ajansa Rêjnews’ê ragihand “Vê sibehê bi şeş mûşekan êrişî baregeha leşkerên Tirk a li bajaroka Zelkan a Başîqayê hat kirin.”
Hat ragihandin ku di encama êrişê de kuştî û birîndar hene.
Li ser êrişê heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û ti aliyekî jî berpirsyartiya wê negirtiye ser xwe.
15’ê meha borî jî baregeha dewleta Tirk a li bajarokê Zîlkan a Başîqayê êriş pêk hatibû.
Hingî jî bi du muşekan baregeh hatibû armancgirtin.