Li sînorê Başûr tankên Rûsya tetbîqatên dawî pêk tîne

Moskow û Kîev amadekariyên xwe yên dawî dikin. Alî herçiqasî naxwazin şerek rûbide jî, lê disan xwe ji cengekê re amade kirine. Diyare ev ceng tenê bi sînorê herdû welatan re sînordar namêne. Wezareta Parastinê ya DYA got, Wê leşkerên nû bişîne Polonya, Almanya û Romanya. Rûsya jî bertek li dijî vê yekê nîşan dide. Di nava vê rewşê de, Kîev ji Îsraîlê daxwaza sîstema parastina esmanî dike.

Tevî hemû hişyarî û gefan jî leşkerên Rûsya li sînorê Ûkrayna tetbîqatên xwe didomînin.

Tankên Rûsî di nava sir û seqema zivistanê de, careke din luleyên xwe germ dikin.

Bi dirêjahiya herêmê artêşa Rûsya bi tankan tetbîqatên xwe pêk tînin.

Leşkerên Rûsî yên cilên berfê li xwe kirine, bi tankan re ew jî beşdarî tetbîqatê bûne.

Ev yek jî weke tetbîqatên dawî yên biçûk ku li sînorê başûrê welat têne kirin e.

DYA leşkerên nû dişîne Ewropa Rûsya jî ev yek şermezar kir

Hemwextî van tetbîqatanên li sînor, li ser erdê jî planên veguhestina hêzên mezin têne kirin.

Rêveberiya Kremlînê şandina hêzên teqwiye ya NATO’yê ya ji bo piştgirîkirina hevalbendên xwe yên li hemberî fikarên der barê dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê de, şermezar kir.

Moskow diyar kir ku ev pêngaveke wêranker e ku wê aloziyê zêde bike û cihê çareseriya siyasî teng bike.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, ji eyaleta Karolînaya Bakur derdora 2 hezar leşker wê bişînin Polonya û Almanyayê.

Ji Almanyayê 1,000 leşker wê biçin Romanyayê.

Rûsya ku 100 hezar leşkerên wê li nêzîkî sînorê Ûkraynayê hene, îdiayên dibêjin wê xaka Ûkrayna dagir bike red dike.

Moskow jî li dijî îhtimala ku Ûkrayna bibe endamê NATOyê ye.

Koşka Spî got, leşkerên Amerîkî yên nû hatine bicihkirin wê li Ûkraynayê şer nekin.

Erkê van leşkeran tenê pêkanîna ewlehiya hevalbendên Amerîka yên li herêmê ne.

Ji bilî van leşkeran, Wezareta Parastinê ya DYA’yê ferman dabû 8 hezar û 500 leşker hertim di amadebaşiyê de bin.

Ger pêwist kir wê biçin Ewropa.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Alexander Grushko, biryara Serokê DYA’yê Joe Biden a ji bo şandina hêzên teqwiye nirxand û diyar kir ku ev pêngaveke ‘hilweşîner’ û ‘ne mafdar’ e.

Kîev dixweaze ji Îsraîlê sîstema parastinê ya esmanî bikire

Di nava van metirsiyan de, Ûkrayna li pey xurtkirina sîstema parastina esmanî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba got,

welatê wî dixwaze teknolojiya Îsraîlî di warê parastina esmanî de bidest bixe.

Kuleba di daxuyaniya xwe ya ji bo KAN a Rêxistina Weşana Giştî ya Îsraîlê da diyar kir ku ew bi teknolojiyên parastinê yên Îsraîlê bi taybetî jî parastina hewayî re eleqedar in ku hevkariyeke kûr bikin.

Balkêş bû ku daxuyaniyên Kulebe di dema zêdebûna rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatin.

Back to top button