Pentagon: NATO ji bo DYA û hevalbendên me girînge

Trafîkek zêde ya danûstandinan li ser mijara Ûkrayna heye. Lîderên cîhanê bi tîmên ve, ji bo aloziyê di nava danûstandinan de ne. Pentagonê ragihand ku ew dixwazin nîşanî Rûsya û tevahî cîhanê bidin ku NATO ji bo wan girînge. Di navbera London-Moskow û Waşîngton û Parîsê de peywendî pêk hatin.

Di qada dîpolomasiyê de, trafîkek zêde ya danûstandinan hebû.

Ev trafîk ji herî zêde navbera Ewropa, DYA û Rûsyayê de pêk tê.

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) li ser rewşa dawî agahî parvekirin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby got: “Girîng e ku em îşaretek xurt ji Putin û bi eşkereyî ji cîhanê re bişînin ku NATO ji bo Amerîka û hevalbendên me girîng e.”

Li ser îdiayên Putin ku plana dagirkirina Ûkraynayê dike, Kirby wiha bersivand,

“Em hîn jî bawer nakin ku wî biryarek li ser dagirkirina Ûkraynayê daye yan na.”

Her wiha Kirby diyar kir ku belgeyên di rojnameya El Paîs a Spanyayê de hatine weşandin rastin.

Di rojnameyê de hat nivîsandin ku DYA’yê ji bo kêmkirina çekên nukleerî û tedbîrên pêbaweriyê pêşniyarî Rûsyayê kiriye ku aloziya li Ûkraynayê kêm bike.

Li aliyê din jî xebatên ji bo çareseriya dîplomatîk a pirsgirêkê dewam dikin.

Stoltenberg: Jimara leşkerên li sînorê Ûkrayna 100,000 derbas kiriye

Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg got,

“Hejmara leşkerên ku Rûsya li Ûkraynayê û derdora wê bi cih kiriye, 100 hezarî derbas kiriye.

Di nava van 2 rojên dawî de hêzên leşkerî yên zêde şandin Belarûsê.”

Johnson: Mafê hemû welatên Ewropa heye bibin endamê NATO

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re 45 deqîqeyan peywendiyek telefonî pêk anî.

Ofîsa serokweziriya Îngilistanê ragihand ku Johnson bo Putin wiha gotiye:

Mafê hemû demokrasiya Ewropa heye ku bixwazin bibin endamên NATO

Lîderan li hev kir ku zêdekirina aloziyê ne di berjewendiyên ti aliyekê de ye.

Biden û Macron li ser krîza Rûsya-Ûkrayna axivîn

Di vê navberê de, Serokê DYA Joe Biden û Serokomarê Fransayê jî li ser mijarê axivîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de hat ragihandin ku Biden û Macron îro bi têlefonê li ser dewama komkirina leşkeran a Rûsyayê li ser sînorê Ûkraynayê axivîn.

Aliyan careke din piştevaniya xwe ji serwerî û yekparçeyiya axa Ûkraynayê re diyar kirine.

Mijara cezayên di rewşa êrişeke li dijî Ûkrayna de jî hate gotûbêjkirin.

Biden û Macron li hev kirin ku ekîbên wan ji nêz ve di têkiliyê de bin û hevkarên NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî tevlî vê pêvajoyê bikin da ku di vê mijarê de helwestek bi koordîne û berfireh bistînin.

Back to top button