Wezîrê Karên Derve yê Talîban: Talîban di qada navnetewî de nêzî naskirinê bûye

Efxanistan, ji roja ku ji aliyê Talîbanê ve hatî kontrolkirin û heta niha di hedefê de ye. Sazî û rêxistinên mafên mirovan, ji ber kiriyarên Talîbanê daxwaza zextê dikin. Lê Wezîrê Karên Derve yê Talîbanê Muttaqî dibêje, Talîban di qada navnetewî de nêzî naskirinê bûne.

Ji 15’ê Tebaxê ve Talîban rêveberiya Efxansitanê xistiye destê xwe.

Lê tevî derbasbûna bêtirî 5 mehan jî heta niha ti welatekî bi awayekî fermî hikumeta Talîbanê nas nekiriye.

Lê, di hevpeyvînekê ajansa AFP, li gel Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Talîbanê Emîrxan Muttaqî de, îdiayên cûda derketin.

Emîrxan Muttaqî destnîşan kir ku “rêveberên nû yên Efxanistanê hêdî hêdî di qada navnetewî de tê naskirin.”

Nûnerê Talîbanê daxwaz ji Waşîngtonê kir ku cezayên li ser Efxanistanê rake da ku alîkarîya kêmkirina qeyrana mirovî bike.

Wezîrê Karên Derve yê Talîban: Em li bendê ne welatên Ewropa û Ereb balyozxaneyên xwe vekin

Mutteqî da zanîn ku hikûmeta wî bi awayekî aktîf bi civaka navneteweyî re têkildar e û ev tişt anî ziman:

“Civaka navneteweyî dixwaze bi me re têkiliyê deyne.

Di vê mijarê de me serketinên baş bi dest xistin.”

Mutteqî da zanîn ku li Kabûlê balyozxaneyên çend welatan hene û tê çaverêkirin ku di demek nêzîk de balyozxaneyên din jî bên vekirin got:

“Em li bendê ne ku balyozxaneyên hinek welatên Ewropî û erebî jî bên vekirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Talîbanê Emîrxan Muttaqî parast ku rejîma nû ti karmendek ji hikûmeta berê ya ku Amerîka piştevaniya wê dike ji kar dernexist û wiha domand:

“Ji 500 hezar karmendên jin û mêr ên rêjîma berê ti kes ji kar nehatin dûrxistin.

Hemû mûçe werdigirin.”

Lê bi hezaran kes li welêt dibêjin, ew ji kar hatine derxistin û bi hemane mûçeyên xwe jî negirtine.

Ji ber “rêgirtina li pêşiya karkirina jinan di saziyên hikumet û girtina piraniya dibistanên navîn ji bo keçan” bûye sedema ku hikumeta Talîban ji aliyê navnetewî ve bê rexnekirin.

Krîza aborî ya Efxanistanê bi sedema cemidandina 10 milyar dolar mal û milkên wî welatî yên li derveyî welat pêk hatiye.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku nîvê 38 milyon nifûsa welêt vê zivistanê bi kêmbûna xwarinê re rû bi rû ne.

Back to top button