Erdogan ê DMME nasnake 3 caran ji bo xwe edalet xwestiye

Serokomarê Tirkiye Erdogan, derbarê biryara DMME ya ji bo berdana karsaz Osman Kavala da got, “Kesên ku biryarên me yên dadgehê nas nekin, em jî wan nakin nas nakin. Em li bendê ne ku rêz ji biryara dadgehên mere bê dayîn.” Erdoganê ku wiha dibêje, beriya niha 3 caran bi xwe serî li DMME daye û daxwaza mafê xwe kiriye.

Serokomarê Tirkiye ku dadgeh û dozgerên welat bi fermana xwe dide tevgerkirin, li dijî peyamên ji derve tên jî bertek nîşan dide.

Erdogan rexneyên xwe yên li ser biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di dozên ku li dijî Tirkiyê tên vekirin dewam dike.

Erdogan beriya niha bertek nîşanî biryara DMME ya ji bo berdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dabû.

Erdogan diyar kir ku biryara DMME ya der barê Selahattîn Demîrtaş de siyasî ye û wiha gotibû:

“Rastî DMME nikare biryara şûna dadgehên me bide.”

Herî dawî Erdogan ji ber biryara Osman Kavala a dadgehê helwest nîşanda û got:

“Em kesekî ku biryarên me yên dadgehê nas neke, nas nakin.”

Li di dema derbasbûyî de, Erdoganê ku dibêje ew biryarên DMME nasnake, bi xwe 3 caran xwe serlêdan kiribû.

Erdogan cara yekem 1999’an bi daxwaza “dadgehkirina adil” serî li DMME da.

Erdogan di sala 1998’an de ji ber süce “bi eşkereyî tehrîkkirina kîn û dijminatiya gel bi cudakirina ol û nijadê” 10 meh cezayê girtîgehê û cezayê pereyî ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê ve hat dayîn.

Piştî ku îtîraza wî hat redkirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê serî li DMME’ê da.

Erdogan di sala 2002’an de careke din xwe avêt ber derê DMME yê.

Erdogan ji bo bibe wekîl daxwaz kir ku dosyeya wî ya sûc were jêbirin.

Her wiha 2002’an ji bo bibe parlamenter careke din xwe avêt ber derê DMME.

Erdoganê ku wê demê, tekane rêya edaletê DMME didît, niha biryarên wê yên li ser mixalîfa ku bi rêya dadgehên xwe di zindanan de dihêle ji nedîtî ve tê.

Back to top button