Ji DYA û Japonya planên nû

Wezîrên Karên Derve yên Japonya û Amerîkayê li hev kirin ku “divê her du welat ji bo bêçekkirina nîvgirava Koreyê ji nêz ve hevkariyê bikin”.

Li gor daxuyaniya wezaretê, Wezîrê Karên Derve yê Japonê Hayashi Yoshimasa bi telefonê bi hevkarê xwe yê Amerîkî Antony Blinken re geşedanên dualî û herêmî gotûbêj kirin.

Li gorî ajansa Kyodo, di hevdîtinê de, her du wezîr li ser “berdewamkirina hevkariyên nêzîk di navbera her du welatan ya di warê bêçekkirina nîvgirava Koreyê de” li hev kirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê ragihand, Blinken diyar kir ku ew ceribandinên mûşekî yên Koreya Bakur şermezar dikin.

Her wiha ev yek jî weke dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nav kiriye.

Blinken anî ziman ku ji bo bêçek-kirina nîvgirava Koreyê wê hevkariya Koreya Başûr û Japonyayê bidomîne.

Di civîna çapemeniyê ya ku piştî hevdîtinê hat lidarxistin de Hayaşî ceribandinên mûşekan ên di meha Çileyê de zêde bûne bi bîr xist û got,

“Moşekên balîstîk ên Koreya Bakur gef li aştî û îstiqrara Japonyayê dixwe.”

Tenê di nava meha despêkê ya 2022’an de, rêveberiya Pyongyanê 7 mûşekên nû ceribandin.

Back to top button