Li Gine Bissau di hewlidana darbeyek binketî de 11 kes mirin

Li Gine Bissau bîlançûya qurbaniyên darbeya binketî giran dibe. Heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hikumeta welat jî dibêje her tişt di bin kontrola wan de ye.

Piştî hewla derbeyê ya têkçûyî ya li welatê Afrîkaya Rojavayê Gîneya Bissau jiyan vegeriya rewşa asayî.

Berdevkê hikûmetê Fernando Vaz di daxuyaniya xwe de ragihand ku di hewla derbeyê de 4 ji wan sivîl 11 kes hatine kuştin.

Vaz got, “Hikûmet ji bo 11 kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, şîna xwe dişîne.”

1’ê Sibatê di dema civîna kabîneya Serokomar Embalo de, li derdora avahiyê dengê çekan hatibû bihistin.

Welatê ku nifûsa wê nêzî 2 milyon e, ji sala 1974’an û vir ve ku ji Portugalê serxwebûna xwe bi dest xist.

Ji wê demê ve, 10 caran darbe yan hewldana darbeyê lê pêk hatiye.

Ji ber bûyerên derbeyê yên li Gîne Bîssau, tenê serokekî ku bi rêyên demokratîk hatibû hilbijartin karîbû erka xwe temam bike.

Back to top button