KARASÛ: BERXWEDAN NE JI BO HEVDÎTINEKÊ YE, JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûsetefa Karasû wateya berxwedana li dijî tecrîdê di gotara xwe de nirxand. Karasû diyar kir ku bidawîkirina tecrîdê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û got:
Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtinekî li ber xwe nadin. Lê belê ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, wateya berxwedana li dijî tecrîdê di gotara xwe ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de nirxand.

Mûstafa Karasû despêka gotara xwe bi girîngiya rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan a ji bo gelê kurd û wiha got;

” Têkoşîna bi biryar a Leyla Guven, berxwedêrên li zindanan û dayikên laçik spî, israra ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtineke bi tenê ya parêzeran an jî malbatê li ber xwe nadin,lê ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin.”

Karasû diyar kir, li gel pêkhatina hevdîtinê jî tecrîd didome û ev tişt anî ziman:

“Tifaqa AKP-MHP’ê ya li pêşberî berxwedanê zehmetiyan dikişîne. Ji bo zemînê mafdar û rewa yê têkoşîna li dijî tecrîdê lawaz bike, gaveke taktîkî avêt. Ji xwe Rêber Apo jî got, ‘Eger di vê hevdîtinê de karibim nêrînên xwe bînim ziman, hingî ez ê tevlî hevdîtinê bibim’ û bi vî rengî tevlî hevdîtinê bû. Bi vî rengî Rêber Apo di hevdîtinê de peyamek ji heft xalan a ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir. Nexwe ev peyam ne ji ber diyalog an jî hevdîtineke li Îmraliyê derkete holê. ”

Karasû îşaret bi daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê jî kir û got:

” Eger bi vî rengî be divê daxuyaniyê bide û diyar bike ku parêzer û malbat bêyî astengiyan ji niha û pê ve dikarin bi Rêber Ocalan hevdîtinê bikin. Ji ber ku ji wan tê ku îro hevdîtinekê bidin kirin, bi mehan an jî bi salan nedin kirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû gotara xwe bi vê bang bi dawî kir:

” Ya ku gelê Kurd û hêzên demokratîk niha divê bikin, xwedîderketina li peyama Rêber Apo ye . Xwedîderketina li vê peyamê û pêkanîna armancên wê, wê ji bo hêzên demokrasiyê bibe serkeftineke mezin.”

Leave a Reply

Back to top button