Dagirkeran gundên Dêrikê topbraran kir

Dewleta Tirk bênavber êriş herêmê dike. Îro jî dewleta dagirker gundên Dêrik, Dirbêsiyê û Til Temirê bi dijwarî topbaran kir.

Îro piştî danê nîvro dewlet Tirk a dagirker êrişî gundên navçeya Dêrikê kir.

Gundên Qesrok, Çemşeref, Newala Gura û Kasanê ên navçeyê bûn aramaca êrişan û hatin topbarankirin.

Artêşa dagiker êrşî gundewarê Til Temirê kir

Ji vê sibê ve dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundên Til Şenan yê bakur rojilatê Til Temirê û gundên Dirdara û Qibûr El-Qeracînê yên bakurê navçeyê kirin.

Di topbrana li ser gundê Qibûr El-Qeracînê ya Til Temrê leşkerek hikûmeta Şamê birîndar bû.

Ev êriş di hemwextî oxirkirina cenazeyên şehîdên Gurzê Gelan li navçeya Til Temrê pêk hat.

Dagirkeran êrişî gundên Dirbêsiyê kir

Di heman demê de dagirkeran êrişî gundê Citlê yê navçeya Dirbêsiyê jî kir.

Piştî vê bi çend seatan erebeyek hate hedefgirtin û zirarek mezin çêbû.

Hate diyarkirin ku di encamê de birîndar hene.

Back to top button