BIRYARA BUHAYÊN CEH Û GENIM WÊ DÎSA WERE NÎQAŞKIRIN

Piştî ku Meclisa Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxê kirîna berhemên Ceh û Genim diyar kir, li herêmê ev yek bû yek ji rojevên şêniyan.
Şênî bihayê Ceh û Genim kêm dîtin, Rêvberî jî li gorî xwe sedeman diyar dike.

Têkildarî mijarê Rêvebera kompaniya çandiniyê Nebîla Mihemed beşdarî bernameya Îroj a televiona me bû û agahiyên berfireh dan.

Nebîla Mihemed li ser biriyarê wiha got:

Ev nirxên ku derketine rêberiyê gelek lêkolîn li ser kiriye ta ku giheştiye vê biriyarê.

Li gor ku lêkolîn çêbûye xelk nakevin xisarê, ji ber ku kirîn wê bi şêweyekê dokme be.

Ango wê mesrefa çawal û hilgirtin hemû mesrefe li ser cotkar rabe.

Nebîla dazanîn ku tevî biryar ji meclisê derketiye jî lê li ser daxwaza gel wê careke din biryarê were nîqaşkirin.

Rêvebera kompaniya çandiniyê Nebîla Mihemed diyar kir ku ji niha û pê de wê ard bikeve destên rêveberiya xweser de.

Leave a Reply

Back to top button