Li Silêmaniyê bîranîna şehîdên Hesekê

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê ji bo 121 şehîdên berxwedana Hesekê li navenda xwe merasîmek Bîranînê li dar xist.

Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed tevlî merasîma bîranîna 121’ê şehîdên Gurzê Gelan bû.

Di merasîmê de mum hatin pêxistin û gul danîn ser mêze.

Şanaz Îbrahîm xemgînî û piştevaniya xwe ya ji bo bexwedana Rojava nîşan da û got:

Ev şehîdên mirovahî û gelan in.

Eger ev şehîd nebûna pîlanên DAIŞ û dijminê mirovahiyê wê ser keta.

Li ser êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava jî Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha got:

Dijminên gelê Kurd ji bo Kurdan tine bikin xwedî pîlan û proje ne.

Em van êrişan şermezar dikin û dibêjim Kurdistan yek parçe ye.

Nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûr Nûrşen Hesen jî diyar kir divê hemû gel xwedî li van şehîdan derbikeve.

Back to top button