Mûrad Karayilan: Li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerekî sing bi sing û nava malan hate kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di beşa çaremîn a hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de qala berxwedana rizgarkirina Kobanê kir. Karayilan got,”Ya ku DAIŞ têk bir îradeya Apocî bû. Şerê li Kobanê bi têkoşîna sîng bi sîng û şerê li nava malan hate qezençkirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di beşa çaremîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de qala berxwedana rizgarkirina Kobanê kir.

Mûrat Karayilan diyar kir di dest pêka pêvojoya şerê li Kobanê de DAIŞ her roj bi pêş ve diçû û car carna li wir lewazî rû dida.

Karayilan da zanîn lewma wan ji nêz ve rojane dest bi şopandina rewşê kir û got:

Wê demê me pêşniyara bîsîkletê li hevalan kir.

Yanî çawa ku bîsîkletek dema ku tê ajotin qet nakeve, lê belê dema disekine nikare li ser 2 tekeran bisekine û dikeve, me DAIŞ jî şiband bîsîkletekê.

Ji hevalên li Kobanê re ev tespît hate kirin, “Eger hûn êrişa DAIŞ’ê rawestînin wê bikeve, derfet jî wê çêbibe ku hûn dest bi êrişa dijber bikin.” Hevalan jî giranî dan ser vê yekê.

Mûrat Karayilan diyar kir di bin fermandarî û pêşengiya Gelhat, Destîna û lehêngên Kobanê de li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa hate nîşandan û wiha dewam kir:

“Hevala Destîna hevalek û fermandarek ji Başûrê Kurdistanê bû ku ji Botanê çû Kobanê.

Hevalê Gelhat jî di mijara êrişê de di asta bilind de fermandarekî xwedî tecrûbe bû.

Ew bi xwe derbasî pêşiya tîmên êrişê dibû û dest bi êrişa dijber dikir.

Li ser vê bingehê rêbaza serketinê hate rûniştandin.

Yanî çeperên DAIŞ’ê ji hev xistin.

Mal bi mal, kolan bi kolan pêşketin û berxwedan êdî derbasî asta berfirehbûnê bû.

Çepera wisa teng a li Kobanê bi vî rengî berfireh bû”

Mûrat Karayilan bi bîr xist ku ya ku li Kobanê DAIŞ têk bir îradeya Apocî bû û got:

“Berxwedêrên ku Kobanê parastin, bi dilê xwe şer kirin, bi wêrekî li ber xwe dan.

Şerê li Kobanê bi têkoşîna sîng bi sîng û şerê li nava malan hate qezençkirin.”

Mûrad Karayilan: Ya ku DAIŞ têk bir û Kobanê rizgar kir îradeya Apocî bû

Mûrad Karayilan di dewamê de bal kişand ser helwesta hêzên koalîsyonê ya di pêvajoyê de û ev tişt anî ziman:

“Wê demê Serokê DYE’yê Obama û Serokên gelek welatan mîna ku li fîlmekî temaşe bikin li rewşa li Kobanê temaşe dikirin.

Dema dîtin ku hêzên parastina Kobanê dikin tevî bêderfetiyê, bi keleş û bombeyên destan li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa dikin û hin herêm parçe bi parçe ji destê DAIŞ’ê derdixînin, 16’ê Cotmehê biryara piştgiriyê dan.

Lê belê ev yek di heman rojê de nexistin pratîkê.

Êrişên hewayî yên li dijî DAIŞ’ê piştre dest pê kir.

Lê ya ku DAIŞ têk bir û Kobanê rizgar kir îradeya Apocî bû.”

Back to top button