Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser wargeha Mexmûrê bi tundî şermezar kir.
Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê têkildarî êrişa dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek da.
Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûrê bi tûndî şermezar kir û got:
Hemwextî êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava de şermeke mezine ku Nêçîrvan Barzanî bi erdoxan re dicive.
Li ber çavê desthilata herêmê û hêzên leşkerî yên hikûmeta Iraqê ev êriş pêk tê.
Bêyî ku ti bertekek wan hebe nerazîbûnek pratîkî li hember hebe.”
Federasyonê anî ziman:
Ev gel ji ber kiryarên terorî şer û desthilata dewleta Tirk koçber bûne, tenê ji ber alîgirê partiyek siyasî ye, ku rastî van êriş û destdirêjiyan tê.
Ev hemû pîvanên navneteweyî yên derbarê mafên penaberan derqanunîne.
Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê berpirsê parastina panaberan hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ne.