Mezlûm Ebdî: Bi hevkariya DYA’yê me careke din derbeyek mezin li DAIŞ’ê xist

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku bi hevkariya xurt a Amerîkayê hêzên wan careke din derbeyek mezin li DAIŞ’ê xist.

Li ser kuştina serçeteyê DAIŞ’ê, fermandarên giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî li sere hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir.

Mezlûm Ebdî got: “Em spasiya gelê Amerîka û Biden dikin ji bo piştgiriya wan a domdar di êrişa dawî ya Idlibê de ku şêfê rêxistina DAIŞ’ê tune kir. Bi hevkariyeke xurt, careke din me li DAIŞ’ê xist. Bila serê 121 kesên ku di êrişa rêxistina DAIŞ’ê ya li ser Hesekê de şehîd bûne, rihet be.”

Back to top button