‘Divê hundirîn û derve kar ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ were kirin’

Çavdêrên siyasî û aktivîstên Hewlêrê piştgirî dan kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û diyar kirin ku kar ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ were kirin. 

Aktîvîst Hîwa Omer anî ziman ku xistina PKK’ê ya di nava ‘lîsteya terorê’ de tê wateya çewisandina îradeya gelê Kurd û da zanîn ku Tirkiyê bi hevkariya welatên din PKK xistiye vê lîsteyê.

Hîwa Omer piştrast kir ku derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ karê her mirovekê ye û erka aliyên siyasî jî derxistina wê ji lîsteyê dê li Tirkiyê proseya aştiyê pêş bikeve.

Çavdêrê Siyasî Hejar Mehmûd jî piştgirî da kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û got: ”Gelê başûr jî piştgirî dide PKK’ê lê PDK’ê ji bo razîbûna hikûmeta Tirkiyeyê guh nade.”

Back to top button