Iyad Xetîb: QSD dîsa cîhan ji xeteriya DAIŞ parast

Cîgirê serokê nivîsgeha Lêkolîn û Pêşxistina Fikirî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb diyar kir ku QSD’ê ji bo parastina cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê bi erkeke mirovî û exlaqî rabû û berdêlên giran dan. 

Iyad Xetîb got: “Bûyerên li girtîgeha Sînaa qewimîn careke din dosya DAIŞ’ê xiste rojevê. Yên ku sûdê ji van bûyeran digirin ew bi xwe ne yên li pey van bûyran in.”

Iyad da zanîn ku vekirina dosya DAIŞ’ê bi armanca têkbirina hemû serkeftinên QSD’ê yên li dijî çeteyan e, nexasim ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî de, zêdetirî 11 hezar şehîd dane.

Iyad diyar kir ku hebûna DAIŞ xizmeta hin hêzên hegemonîk dike ku dixwazin hebûna xwe li dewletên din çêkin û piştrast kir ku QSD’ê careke din cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê parast.

Back to top button